Duh li Cinêvê civîneke berfireh der barê tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dadgehkirin çeteyên DAIŞ`ê de dest pê kir, îro di roja duyemîn de didome.
Civîn bi amadebûna şandeyeke ji Bakur û Rojhilatê Sûrî, li gel akademîsyen, Saziyên Civaka Sivîl û nûner û balyozên dewletên Ewropayê, hat lidarxistin.
Şandeya Rêveberiya Xweser ji Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Çiya Kurd, berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyêl û Endama Desteya Partiya Yekîtiya Suryanî Nezîra Gewriya û gelek kesayetên din pêk tê.
Civîn îro jî di roja 2’yan de didome.