Ji bo Pejirandina hikumeta Elawî, îro parlemento dicive

Ji bo dengdana li ser hikumeta Mihemed Elawî, Parlementoya Iraqê îro dicive.

Civîn bi nebeşdariya şandeya Herêma Başûrê Kurdistanê û gelek kutleyên siyasî, tevî nerazîbûna kolanê, tê lidarxistin.

Tevî ku Mihemed Elawî ji aliyê kolana Îraqî ve weke Serokwezîr nayê qebûlkirin, Parlementoya Îraqê ji bo dengdana li ser Hikumeta wî, îro dicive.

Helbûsî: Civîna parlamentoyê, nayê wateya pejirandinê

Tevî ku Kutleya Sa’îron bi serkêşiya Muqteda El-Sedir jî destekê dide pejirandina hikumeta Elawî, lê serokê Palmentoyê Mihemed Helbûsî dibîne ku, civîna Parlementoyê nayê wateya pejirandina hikumetê.

helbûsî di hevdîtineke televîzyonî de diyar kir ku Elawî ne serbixwe ye û ji 12 salan ve di nava pêvajoya siyasî de ye.

Derbarê hikumeta Elawî de jî, ti encam ji danûstandinên şandeya herêma Başûrê Kurdistanê li gel Koalîsyona Şî’a dernektin, tiştê ku egera beşdariya parlementerên başûrê Kurdistanê di civîna Parlementoyê ya dengdanê de, dûr dixe.

Bi vê yekê jî şandeya Başûrê Kurdistanê tevlî komên siyasî yên li dijî Elawî dibe.

Di nav de wezaretên Darayî, dad û Wezareta dewletê ya karûbarên Herêmê, ku ji para kurdan in, hikumeta Elawî ji 23 wezaretan pêk tê.

Li gorî çavkaniyekê ji Parlementoyê, biryar e civîna dengdanê seat 1’ê nîvro dest pê dike.

Back to top button