UNICEF av li ser Şehba qut kiriye: Rewşa li nexweşxaneyan zehmet e

UNICEF piştî av ser Şehba û kampên koçberan qut kir li herêmê metirsiyên mezin derketiye.
Yek ji van nexweşxane.
Li nexweşxaneya Avrîn ya derman bi zorê tên peydakirin, qutbûna avê rewş zehmet kiriye.
Rêveberên nexweşxanê dibêjin, ew neçarin ava ji bo vexwarinê nebaş bikar tînin.
Her wiha li dibistanan jî rewş ne kêmî ya li nexweşxanê ye.

Tevî hikumeta Şamê û dewleta Tirk a qirker, saziyên navnetewî jî beşdarî sûcê mirovî yê li dijî gelê herêmê dibe.

Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF ava dibir ji şêniyên Şehba û kampên li herêmê re qut kir.

Ji 15 sibata vê salê ve av hatiye qutkirin.

Vê yekê rewşa jiyanî ya li kamp, gund û saziyên xizmetgûzariyê zehmetir kiriye.

Bi taybetî nexweşxaneya Avrîn.

Li nexweşxaneye ji ber dorpêçê derman nayên peydakirin, niha jî bi pirsgirêka avê re rûbirû ye.

Endama Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn, Arîn Elî jî metirsya ji ber rewşa heyî derketî wiha vedibêje.

Back to top button