NY: Bêtirî 2 milyon û 698 hezar koçber ji Ûkrayna derbasî welatên cîran bûne

Encamên şer, her çiqasî ji aliyê Kîev û Moskow ve bi daneyên cuda têne dayîn, lê keraseta mirovî li ser erdê qewimiye. NY ragihand ku heta niha nêzî 2 milyon û 700 hezar koçber ji Ûkrayna gihiştine welatên cîran…Serokomarê Ûkrayna Zelensky careke din li pêş çapemeniya cîhanê helwesta NATO rexne kir û got, Ger Ûkrayna endameke NATO ba, Rûsya wê ewqas bi hêsanî êriş nekira.. Serokê DYA Biden jî 200 milyon dolarên din ji bo parastina Ûkrayna diyar kir.

Ji 24’ê Sibatê ve li nava Ûkrayna metirsiyek zêde heye.

Rûsya êriş kir û Ûkraynî di nava welatê xwe de, neçarî koçberiyê bûn.

Her çiqasî ji aliyê Rûsya û Ûkrayna ve bîlançoya şer cuda tê dayîn jî lê rastiyek ya li ser rûyê erdê, koçberî û wêraniya li welate.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bîlançoya koçberiya li Ûkrayna ku ji çavkaniyên cuda wergirtî parve kir.

Li gorî vê; Ji 24’ê Sibatê heta 12’ê Adarê, 2 milyon û 698 hezar û 280 kes ji Ûkrayna koçberî welatên cîran bûne.

Ji van nivê wê zêdetir tenê li Polonya bicih bûne.

Komseriyê careke din diyar kir ku ger şer wiha dewam bike, dibe ku jimara kesên ji welat koçber bibin bigihêje 4 milyonî.

Zelensky helwesta NATO ya derbarê şer de rexne kir

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky doh careke din ji rojnamevan re axivî.

Volodymyr Zelensky di axaftinên xwe de helwesta NATO ya li hemberî Ûkrayna rexne kir û got:

Ger Ûkrayna welatekî endamê NATO ba, wê Rûsya nekarîba ewqas hêsan êrişî welat bike.

Zelensky careke din daxwaza kirîna parastina asîman kir û diyar kir ku ger ev yek pêk were ew dikarin ji niha de jî perê van bidin.

DYAji bo parastina Ûkrayna 200 milyon Dolarê din wê alîkarî bike

Di vê navberê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo piştevaniyeke hîn zêde ya Ûkrayna paketek din ya alîkariyê eşkere dike.

Rêveberiya Joe Biden ragihand ku wê 200 milyon dolarên din ji bo alîkariya parastinê, di nav de alavên leşkerî û perwerdehiyê, ji Ûkraynayê re were şandin.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Serokê Amerîkayê Biden ferman daye Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ku di çarçoveya “Qanûna Alîkariya Derve” de 200 milyon dolar alîkariya parastinê ya zêde bide Ûkrayna.

Ev qanûna ku 1961’an hate pejirandin, destûrê dide serokê DYA, bêyî destûra Kongreyê alîkariyên lezgîn bidin welatên biyanî.

Borrell: Wê Ûkrayna weke qada qedexe ya firînê neyê ragihandin

Li aliyekî din, Yekîtiya Ewropayê (YE) careke din xeyalê Ûkrayna yên qedexeya qada firînê têk bir.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê YE Josep Borrell jî got; Daxwaza Zelensky ya ji bo ragihandina herêma qedexe ya firînê li Ûkrayna ne pêkane.

 

Back to top button