Li Lviv 35 kesan jiyana xwe ji dest dan

Şerê li Ûkrayna didome.. Di êrişên Rûsya ya li ser Lviv de, 35 kes hatin kuştin û 134 jî birîndar bûn. Ûkrayna ragihand ku heta niha 13 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin Rûsya jî îdia dike, heta niha nêzî 3 hezar û 600 binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna hatine têkbirin.Di nava rewşa heyî de, êrişên li ser avahiyên sivîlan jî zêde bûye.

Çavê cîhanê li çirûska agirê ku wê bibe sedema şerê cîhanê yê sêyemîn yê li Ûkrayna dinêre.

18 rojin Rûsya bi tevahî hêza xwe êrişî Ûkrayna dike.

Moskow ya di pêşektirnê de zehmetiyan dibîne bi dijwarî êrişî herêmên sivîlan dike.

Waliyê Lêvê îvê oblasti maksim kozetksi (Lviv Oblastê Maksym Kozytsky) da zanîn ku Rûsyayê li dijî qada perwerdekirina leşkeran êrişa hewayî pêk aniye.

Di encamê de, 35 kes hatine kuştin û 14 jî birîndar bûn e.

Waliyê Mikolayiv ê Ûkraynayê jî ragihand ku di êrîşa mûşekî ya artêşa Rûsyayê ya li ser bajêr de 9 kes hatine kuştin.

Ev der jî herêma Çernihivê ya dikeve bakurê welate.

Waliyê bajar ragihand ku di encama êrişa artêşa Rûsya de kesek hate kuştin.

Her di vê navberê de, hate ragihandin ku Serokê Şaredariya bajarê Nîpordney Dniprorudneyê Yevhen Matviv ji hêla yekîneyên Rûsyayê ve hate revandin.

Bi vê yekê re jimara serokên şaredariyan yên hatine revandin derket duyan.

Beriya niha Serokê Şaredariya Melitopolê Ivan Fedorov jî hatibû revandin.

Zelensky: 13 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky di peyama xwe ya vîdyoyê ya ku li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir de wiha got:

Ûkrayna ev 8 sal in ji bo parastina axa xwe şer dike, lê niha em di nava şerekî berfireh de ne.

Em di roja 18’an de ne.

Di êrişa Rûsya ya li ser Ûkrayna de heta niha 13 hezar leşkerên wan hatine kuştin.”

Ûkrayna: 374 Tank, 74 Balafir û 86 Helîkopterên Rûs hatine bêkêrkirin

Wezareta Parastinê ya Ûkrayna jî encama şerê 18 rojan ya li dijî Rûsya eşkere kir.

Li gorî wezaretê; 374 tank, 74 firoke û 86 helîkopterên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Rûsya: 3,593 Binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna hatine têkbirin

Li aliyekî din, daneyên Moskow yên derbarê êrişê de, ji yên Kîevê cudatirin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov bi daxuyaniyekê ragiahnd ku heta niha 3,593 binesaziya leşkerên Ûkrayna hatine têkbirin.

Wezaretê îdia kir ku heta roja 11’ê Adarê bêtirî 15 hezar leşkerên Ûkrayna hatine kuştin.

Her wiha 860 jî hatine girtin. Di vê navberê de wezaretê dimenê êrişa balafirên bêmirov yên li dijî artêşa Ûkrayna parve kir.

Back to top button