Tevgera Xwendekarên Demokratîk navenda xwe li Tebqayê vekir

Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi merasîmekê navenda xwe bi navê Şehîd Viyan Kobanê li Tebqayê vekir.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi armanca bi rêxistinkirina xwendekarên bajarê Tebqa û gundewarên wê, navenda xwe li Tebqayê vekir.

Bi dehan kes beşdarî merasîma vekirina navendê bûn.

Di merasîmê de bi navê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Tebqa, Selca El-Îsa axivî û got:

“Em ê ji bo rêxistinkirina xwendekaran li ser esasê neteweya demokratîk, bixebitin.”

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqayê Mehmûd El-Yetîm jî anî ziman ku vekirina navendê encama keda mezin a tevgera xwendekaran e.

Piştre deriyê navendê ji aliyê hevjîna şehîd Mahir El-Ewed, Nadiya El-Ewed ve hate vekirin.

Merasîma vekirina navendê bi govendê bidawî bû.

Back to top button