DYA’Ê MOŞEKÊN ”PATRIOT” DIŞÎNE KENDAVA EREBÎ

Ji ber gefên Îranê Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Patrick Shanahan şandina moşekên “Patriot” ji bo Rojhilata Navîn erê kir.

Patrick Shanahan diyar kir ku divê Îran bizanibe wê êrîşên li dijî berjewendiyên Amerîkayê wê bê bersiv nemîne.

Em ji bo ku şerê terorê bikin û ewlehiyê pêk bînin li Rojhilata Navîn hene.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gotibû, ew şerekî çekdarî li dijî Îranê dûr naxin û banga danûstandinê li Rejîma Îranê kir da ku li ser peymenek nû ya nukleerî li hev bikin.

Fermandarê Pasdarên Îranê bersiva daxuyaniyên Trump dabû û gotibû, Tehran mûzakereyan bi Amerîkayê re çênake û got:

Washingotin cesaret nake şerekî leşkerî pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button