“Dewleta Tirk sûcekî dermirovî dike”

Partiyên siyasî bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk şermazar kirin û got :
“Bikaranîna çekên kîmyewî ‏‎li dijî gerîla ‏sûcekî dermirovî ye..”

Serokê Partiya Biratiyê ya Kurdistanî Ednan Gêlo derbarê mijarê axivî û got:

Bêdengiya navneteweyî cihê şermê ye ..

Me heta niha dengê tu ‏rêxistinan der barê binpêkirinên artêşa Tirk li dijî gerîla de ‏nebihîstiye..

Ne jî kesek ew êriş şermezar kirine.”

Endama Meclisa Giştî ya PYD Ebîr El Xelîl jî tekez kir ku bikaranîna çekên ‏kîmyewî sûcekî dermirovî ye û got:

“Divê Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kir ku van êrişên kîmyewî li dijî gerîla belge bike..

Hesabê jî ji dewleta Tirk a dagirker bipirse.”

Back to top button