Civîna salê ya Komîteya Jin a Şaredariyan bi dawî bû

Duh Civîna salê ya Jinan a Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê hat lidarxistin .
Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di civînê de teqezî bi pêşxistina projeyên jinan,hate kirin.

Civîna salê ya Jinan a Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi dirûşma Jin, jiyan, azadî hat lidarxistin ..

Civîn li avahiya Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê ya navçeya Amûdê pêk hat.

Di civînê de rapora rewşa siyasî ya herêmî û cîhanê û rewşa rêber Abdullah Ocalan hat xwend.

Di raporê de siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê hatin şîrovekirin ku tevî hewldanên xwe lê bi ser neket .

Piştî wê li ser rewşa jinan û siyasetên pergala kapîtalîst ên li dijî wan raporek hat xwendin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku pergala baviksalarî di vê dema dawîn de tundiya li ser jinan girantir kiriye da ku têkoşîna wê ya li seranserî cîhanê rawestîne.

Her wiha di raporê de behsa rola jinan di şaredariyan de û perwerdekirina wan di 2022’an de hate kirin.

Piştî xwendina raporê sînevîzyonek li ser çalakiyên jinan ên sala 2022’an de hat pêşandan.

Di dawiya civînê de ev encamname hatin dayîn:

  • Bi awayekî çalak jin tev li hemû çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bibin.
  • Pêşxistin û şopandina projeya jinan.
  • Zêdekirina hejmara karmendên jin di şaredariyan de.
  • Vekirina perwerdeyên fikrî ji bo jinan.
  • Lidarxistina civînan bi jinên derveyî şaredariyan re ji bo naskirina pêdivî û pirsgirêkên wan.
  • Perwerdeya ekolojî û belavkirina wê di nav civakê de bikin bingeh.
Back to top button