Li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê meşek hat lidarxistin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.
Meşa ji aliyê Federasyona FCDK-KAWA û Defend Rojava hat lidarxistin.
Kurdistanî û enternasyonalîstên Alman tevlî meşê bûn.
Çalakvanan di meşê de bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Rojava”,”Bijî Serok Apo” berzkirin.
Çalakî li Haûptwacheyê bi xwendina belavokê û belavkirina belavokan bi dawî bû.
Li bajarê Dûîsbûrg yê Almanyayê jî roja kobanê cîhanîha te pîrozkirin.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Kobanê bi berxwedana hevpar a gelan hate rizgarkirin û wê bi têkoşîna hevpar were parastin.
Li bajarê Aachenê jî bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, bi beşdariya gelek sazî û rêxistinên Kurdistanî, Tirkiye û Alman mîtîngek hat lidarxistin.