Li ber avahiya NY ya Swîsreyê berxwedana Kobanê hate silavkirin

Di çalakiya vê hefteyê ya di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatiye destpêkirin de ‘1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê’ hat silavkirin.

Kurdistanî û dostên wan ji bo balê bikşînin li ser tecrîdê ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve li Swîsreyê li br Avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakî dane destpêkirin.

Ev çalakî her çarşemê pêk tê.

Di çalakiya doh de bi boneya 1’ê mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî berxwedana Kobanê hate silavkirin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî, tecrîda li ser Rêberê Apo û êrîşên li ser Kurdistanê şermezar kir û got:

“Îro di bin navê kaosa li Rojhilata Navîn û nîzama nû ya cîhanê de ji bo gelê Kurd bê nasname, ax bê hiştin, li ser Rêber Apo êşkenceya tecrîdê tê kirin, her roj axa Kurdistanê tê bombekirin.

Tecrîda giran a ku 3 sal in li ser Rêber Apo tê meşandin, li hemberî vê planê em ê xwedî li pêngava ‘Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ‘ derkevin.”

Li gelek bajarên Ewropayê roja Kobanê hate pîrozkirin

Back to top button