Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û destnîşan kirin ku heta ev armanc pêk were, dê têkoşînê mezin bikin.
Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Itîmad El Ehmed tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo şermezar kir û got:
“Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe isbat dikin ku hevkarên dewleta Tirk in.”
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya Tesnîm Mihemed jî destnîşankir ku tecrîd li dijî tevahî qanûn û mafên mirovan e.
Hevseroka Meclisa Şehîd Mistefa Em Nekzî Emenî Sefer jî wiha anî ziman:
“Rêber Apo taca serê me ye. Wî jin rizgar kir heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em narawestin.”
Welatiyê bi navê Casim El Xidêr ê ji navçeya Şedadê jî wiha got:
“Em piştgiriya tevahî çalakiyên li herêmê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li dar dikevin, dikim.”
Welatiyê bi navê Ehmed El Xedîr diyarkir ku azadiya Rêber Apo azadiya gelê herêmê ye em ê ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin.



