Welaa Ebû Sitêt: Azadiya Ocalan ji bo dozên herêmê çare ye

Lêkolînera ji Misirê Welaa Ebû Sitêt got azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê rolek di çareserkirina dozên li Rojhilata Navîn de bilîze. Her wiha hevkarî, bêdengiya civata navneteweyî û ya rojavayî li hember sûcên li dijî wî tên kirin, şermezar kir.

Welaa Ebû Sitêt diyar kir ku doza Rêber Apo îdiayên parastina mafên mirovan û piştgiriya azadiyan aşkera dike.

Helwesta rêxistinên hiqûqî û yên navneteweyî li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, diyar dibe ku derewker in.

Ev aliyên behsa hiqûqê dikin tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Li dijî tecrîtê bêdengin.”

Di dawî de Welaa Ebû Sitêt got: “Erê rast e birêz Ocalan neteweya kurd vejand, bi hêz kir.

Tevî israra di fikrê berê de jî lê Ocalan, karî arteşekê ji gel li ser bingeha neteweya demokratîk çêke.

Ew pir gîrînge. Azadiya Ocalan ji bo dozên herêmê çareye”

Michela Arricale: Tecrîd li dijî qanûnê ye

Back to top button