Tirkiye-Parlamentera berê ya HDP’ê Huda Kaya hat girtin

Li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî didome.
Dadgeha dewleta tirkiye ya dagirker der barê siyasetmedar û parlamentera HDP’ê ya berê Huda Kaya de biryara girtinê da.

Parlamentera HDP’ê ya berê Huda Kaya ku ji doza Kobanê hat binçavkirin, piştî îfadeyê sewqî dozgeriyê ya Komarê ya Enqreyê kirin.

Dozgeriyê jî Kaya sewqî 4’emîn Dadgeha Cezayê Silhê ya Enqereyê kir.

Heyeta 4’emîn Dadgeha Cezayê Silhê ya Enqereyê jî piştî li îfadeya Kaya guhdar kir, der barê Kaya de biryara girtinê da.

Hevseroka Giştî yên HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllarî bertek nîşanî girtina Huda Kaya da û got:

“Em ê li hemberî fen û fûtên we bi tu awayî bêdeng nemînin.

Ev yek, peyameke siyasî ya îktîdarê ye. Biryara girtinê, biryareke derhiqûqî ye û siyasî ye.”

Tuncer Bakirhan jî li ser hesaba xwe yê X ê derbarê mijarê de ev peyam da:

“Banga me ji bo desthilatê ye ku di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li ser parlamentera me Huda Kaya peyamê dide me.

Back to top button