CPJ: Rojnemevan li Başûrê Kurdistanê rastî her cûreyên gefan tên

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Başûr Kurdistanê kir ku cihê Rojnemevan Silêman Ehmed eşkere bike û wî berde.
Serokê Navenda Mafên Mirov a Iraqê Elî Ebadî jî derbarî revandina Silêman de got:
”Revandina rojnamevan Silêman Ehmed ya ji aliyê PDK’ê ve berovajiyê yasaya partiyane.”

Rojnemevan Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 10 rojin windaye.

Pertek û nerazîbûnên derbarê revandina Rojnemevan Silûman de zêde dibin û banga serbestberdana wî tê kirin .

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) derbarê revandina Silêman Ehmed de daxuyaniyek weşand.

Kordînatorê Afrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn yê CPJ Şerîf Mansur girtina Silêman Ehmed Şermezar kir û got:

”Rojnamevan li Başûrê Kurdistanê bi awayekî ne qanûnî têne girtin û bi her cûre gef û êrişan re rû bi rû bimînin, ji binçavkirinên ne yasayî heta êşkence û êrişên fîzîkî.”

Şerîf Mansur diyar kir ku divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê destûrê bide rojnamevanan ku ew bi awayekî azad bixebitin.

CPJ di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku gelek dosyayên binçavkirin, girtin û êrişên li ser rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê bi belgeyan hatine qeydkirin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di dawiyê de destnîşankir ku ji bo wergirtina agahiyên derbarê Rojnamevan Silêman Ehmed de wan peywendî li gelRêveberê Asayîşa Dihokê Zêrevan Beroşkî kirine, lê bi ti awayekî bersiv nehatiye dayîn.

Elî Ebdî: Wê PDK’ê bikeve ber lêpisînên yasayî

Serokê Navenda Mafên Mirov a Iraqê Elî Ebadî jî revandina Rojnemevan Silêman Ehme şermezar kir û got:

”Karên bi vî rengî navê Iraqê reş dike, ji ber wê revandina Silêman Ehmed ya ji aliyê PDK’ê ve berovajiyê yasaya partiyane.

Yasaya partiyan ku li Parlementoya Iraqê deng li ser hatiye dayîn, karê partiyan diyar kiriye.”

Elî Ebadî destnîşankir ku revandina Silêman Ehmed binpêkirina demokrasî û parastina rojnamevana ye û wiha dom kir:

”Wê PDK’ê bikeve ber lêpirsînên yasayî.

Ji ber ku ti sedemek zelal ji bo revandina Silêman Ehmed nîne.

Divê desthilatdarên Hewlêr di zûtirîn dem de Silêman berdin.”

8 roj in agahî ji rojamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button