Rojnamevanên ji Rojava xwestin rojnamevan Silêman Ehmed serbest bê berdan

Rojnamevanên ji Rojava û Başûrê Kurdiatnê revandina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK′ê ve şermezar kirin.
Rojnamevanan bang li saziyên mafê rojnamevanan diparêzin kir ku ji bo Silêman Ehmed bê berdan, erkên xwe bi cih bînin.

Rojnamevanê Radiyoya Rojava Elaa Hiso li ser revandina Silêman Ehmed got:

“Siyasetên PDK′ê, asta dijbertiya wê ya li gelê Kurd û li gotina heqîqetê nîşan dide .

Ev siyaset nayê qebûlkirin.

Em bang dikin divê di zûtirîn dem de Silêman Ehmed serbest bê berdan.

Rojnamevanê ÇiraTv Zinar Cafer kiryarên PDK′ê wekî xetereyekê li ser gelê Kurd nirxand û got:

“PDK′ê, bi revandina Silêman xizmeteke bê berdêl daye dewleta Tirk a dagirker.

Revandina wî tê wateya xizmeta ji dijminê gelê Kurd re.”

Zinar Cafer bang li saziyên parastina rojnamevanan kir ku ji bo Silêman Ehmed destwerdanê bikin.

Rêbîn Elî: Silêman Ehmed bi awayek ne hiqûqî hate revandin

Rojnamevan Rêbîn Elî jî derbarê revandina Rojnemevan Silêman Ehmed de got:

”Silêman Ehmed bi awayek ne hiqûqî hate revandin .”

Rêbîn Elî bang li hemû rojnamevanên Kurdistanê kir ku bi erka xwe rabin û xwedî li hevalê xwe yê rojnamevan derbikevin.

Back to top button