Parlementer, siyasetmedar û rojnamevanên başûr û Iraqê li ser revandina rojnamevan Silêman Ehmed bertek nîşan dan û ji PDK’ê xwestin tavilê Silêman Ehmed berde.
PEN a Kurd jî heman bang li PDK’ê kir.
Hefteyek edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û çarenûsa wî nediyare.
Bertekên li dijî vê yekê jî zêde dibin.
Parlementerê Iraqê Refîq Salihî diyar kir ku girtina rojnavenan ji aliyê PDK’ê ve li dijî zagonên navnetewî û mafên mirovane .
Refîq Salihî ji aliyên peywendîdar, sendîkayên rojnamevanan û rêxistinên mafên mirov xwest ku zextên xwe yên ji bo berdana rojnamevan û çalakvanan li ser PDK’ê zêdetir bikin.
“Li Başûr rojnamevan û çalakvan di bin zexta PDK’ê de ne”
Siyasetmedar Elî Fazil jî diyar kir li Başûrê Kurdistanê rojnamevan, çalakvan û heta hêzên siyasî jî di bin metirsiya kuştin, lêdan û revandinê ya PDK’ê de ne.
Fazil bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî van kiryarên PDK’ê bêdeng nemînin.
“Bêdengî dihêle ku PDK girtina rojnamevanan berdewam bike”
Rojnamevan Sebah Elî Qehreman jî li ser revandina rojnamevan Silêman Ehmed diyar kir ji ber bêdengiya hemû aliyan PDK girtina rojnamevanan berdewam dike.
Rojnamevan Sabah dibêje,
“Tometên ku PDK’ê ji bo rojnamevan Silêman Ehmed amadekirine, beriya niha ji bo rojnamevan Şêrwan Şêrwanî jî amadekiribûn. Ev senaryo wek karekî rojane yên PDK’ê ne.”
Dr. Kemal Seyîd: PDK daxwaza axayên xwe pêk tîne
Siyasetmedar Dr. Kemal Seyîd Qadir jî revandina rojnamevan Silêman Ehmed bi tundî şermezarkir û ev nirxandin kir:
“Ji bo min ne tiştek xerîbe ku rojnamevan ji aliyê PDK’ê ve bên girtin an kuştin.
Ji ber ku ew li ser daxwaza axayên xwe dikin. Axayê wan jî rejima dagirker a Tirke.”
Pena Kurd: Divê tavilê rojnamevan Silêman Ehmed bê berdan
Navenda PEN a Kurd jî derbarê revandina edîtorê Rojnews Silêman Ehmed daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Navendê diyarkir ku li gorî qanûnên rojnamevanî ya Parlementoya başûrê kurdistanê nabe bi ti rengî rojnamevan werin girtin.
PEN a Kurd bang li asayîşa Dihokê kir ku ew ji çarenûs û jiyana Silêman Ehmed berpirsyar e û banga berdana wî hate kiirn.



