Ji bo azadiya Rêber Apo li Helebê çalakiya konvedanê hate destpêkirin

Çalakiyên ji bo piştgiriya pêngava Azadiyê ya ji bo Rêber Apo dewam dikin.
Di çarçoveya pêngavê de li Helebê çalakiya konvedanê ya 3 rojan hate destpêkirin.

Piştgiriya bi pêngava navnetewî ya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” didome.

Di vê çarçoveyê de Însiyatîfên Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê û Parêzerên Sûriyeyî yên Ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan li qada Çerxerêya Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê çalakîya konvedanê dan destpêkirin.

Şêniyên taxê, endam û nûnerên partiyan û saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.

Hate ragihandin ku çalakî dê 3 rojan berdewam bike.

Di çalakiyê de, wê peyamên beşdaran bên parvekirin.

Semînerên hiqûqî têkildarî sûcên desthilata Tirk ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji aliyê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ve bên lidarxistin.

Derbarê jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan de wê belgefîlm jî werin pêşandan.

Back to top button