Şervanê QSD’ê Lewend Til Hemîs li Til Hemîsê hat oxirkirin

Îro li gelek deverên herêmê merasîm û bîranînên şehîdan hebûn.
Bi hezaran kesên ku beşdarî merasiman bûn soza berdewamkirina rêya şehîdan û parastina destketiyên wan dan.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Lewend Til Hemîs bi merasîmekî li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê QSD`ê Lewend Til Hemîs 29`ê Cotmehê li Dêrazorê şehîd bibû.

Di merasîmê de şervanê QSD`ê Aras Til Hemîs sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîd Lewend û hemû şehîdan da.

Piştî xwendina wesîqeya Şehadetê hevalên şehîd Lewend cenazeyê wî rakirin ser milan û bi dirûşmeyan spartin axê.

Li gundê Girbawî yê Qamişlo ji bo şehîd Dilbirîn Amed konê sersaxiyê hat danîn

Şêniyên Girbawî a girêdayî kantona Qamişlo herikîn bin konê sersaxiyê yê şervanê “YPG” Dilbirîn Amed û sersaxî ji malbatê re xwestin .

Şêniyên Qamişlo serdana konê sersaxiyê yê şehîdên Dêrikê kirin

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo Şehîd Şiblî Şiblî û Ciwan Mûrad konê sersaxiyê li navenda Şehîd Bawer a bajêr vegirtin.

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Koçerat jî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de kesên ku axivîn sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Her wiha zarokê bi navê Ehmed Şahîn ê di bombebarana dewleta Tirk de birîndar bibû axivî û wiha got :

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Li Til Temirê 69 şehîd hatin bibîranîn

Li Til Temirê jî Meclisa Malbatên Şehîdan 69 şehîdên QSD′ê, YPJ, YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPG′ê yên di dem û cihên cuda de şehîd bibûn, bi bîr anîn.

Di bîranînê de kesên ku axivîn di şexsê 69 şehîdan de hemû şehîdên Şoreşê bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê bi sînevîzyoneke li ser şehîdan bi dawî bû.

Back to top button