KCDP: Meha Cotmehê li Tirkiyê 19 jin hatine kuştin

Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) ragihand ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di meha
cotmehê de 19 jin hatine kuştin û 18 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) rapora xwe ya meha cotmehê weşand.

Li gorî raporê; di meha Cotmehê de 19 jin hatine kuştin û 18 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Hat destnîşankirin ku ji 19 jinên hatine kuştin 5 jê ji ber hincetên weke daxwaza hevberdanê, nexwestina silhê bikin an jî nexwestine bizewicin.

Yek jî bi hinceta nîqaşên rojane hatiye kuştin.

Her wiha hat gotin ku sedema kuştina 13 jinên din nehatiye zanîn.

Di raporê de hat diyar kiririn ku ji sedî 68’ê jinên li mala xwe û ji sedî 63’yê jê bi çekê hatine kuştin..

Back to top button