1′emîn Kongreya Navneteweyî ya Parastina Mîrateyê di roja duyemîn de li Reqayê dewam dike.
Îro jî derbarê bandora şerê çekdarî ên li ser cihên dîrokî, çand û ziman niqaş hatin kirin.
Ji 5’ê vê mehê ve 1′emîn Kongreya Navneteweyî ya Parastina Mîrateya Madî û Nemadî li Reqayê tê li darxistin.
Bi sedan rewşenbîrên Kurd, Ereb, Ermen û Aşûr, lêkolerên şûnwarî ji Sûriye û derveyî welat beşdar bûne.
Di roja duyemîn de kongreyê bi niqaşan dewam kir.
Li ser rola ziman û giringiya zaravayan di parastin û dewalemendiya nasnameya pêkhateyan de û parastina qanûnî ya şûnwarên çandî di demên şerê çekdarî de hatin niqaşkirin.
“Di serdema DAIŞ’ê de gelek şûnwara hatin wêrankirin”
Duh jî bandora şerê çeteyên DAIŞ’ê û erişên dewleta Tirkiyê a dagirker li ser cihên şûnwar û weraniyên mezin yên êrişan hat niqaşkirin.
Dr.Silêman Îlyas diyar kir ku hewzê Xabûrê (Girê Ecacê) ji aliyê DAIŞ’ê ve cihê herî zêdê hat werankirin û rûxandin e.
Hevserokê Gerînendetiya Efrîn Selahedîn Sîno jî li ser binpêkirinên çandî û mirovî ên li Efrîna dagirkirî semînerek da.
Sîno Efrîn weke girekî şûnwar û dîrokî pênase kir û got:
“Di 5 salên dawîn de cihên dîrokî bi amûrên giran ji aliyê çeteyan ve hatine wêrankirin û hemû perestgehên olî hatin rûxandin. ”
Lêkolerê şûnwarî Yasir Şûhan jî li ser weraniya sûnwaran di şerên çekdarî de got:
“Bi hevkariya dewleta Tirk gelek deverên dîrokî hatin kolandin û şûnwar li derveyî xaka Sûriyê hatin firotin.”