Temel: Yê Tirkiyê ber bi ronahiyê ve bibe, Ocalan e

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayip Temel, destnîşan kir ku desthilatdar dixwazin Tirkiyê di aliyê çareseriyê de bixetimînin û aktorê siyasî yê ku Tirkiye derxe ronahiyê û çareseriyê pêş bixe Rêber Ocalan e. Berdevka HDP û Parlementera Mêrdînê Ebrû Gunay jî diyar kir ku di şexsê Rêberê Ocalan de gelê Kurd û muxalîfa civakî di tecrîdê de ye. 

Cîgirê Hevseroên Giştî yên (HDP) Tayip Temel, têkildarî polîtîkayên desthilata AKP’ê ya tecrîdkirina Rêber Ocalan û rola Ocalan a çareseriya demokratîk nirxandin kirin.

Temel, da zanîn ku bi tecrîda giran a li Îmraliyê re, armanc dikin ku fikirên Ocalan ên çareseriyê asteng bikin û nehêlin bigihêje gel.

Temel, bi bîr xist ku tecrîdkirina Ocalan û polîtîkayên neçareseriya pirsgirêka Kurd ji hev ne cuda ne û got:

Nêzîkatiya li dijî Birêz Ocalan, nêzîkatiya li dijî gelê Kurd, hêzên demokratîk û li dijî çareseriya li Rojhilata Navîn e.

Ebrû Gunay: Bi tecrîdê re gelê Kurd tê tecrîdkirin

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementera Mêrdînê Ebrû Gunay jî diyar kir ku di şexsê Rêber Ocalan de gelê Kurd û muxalîfa civakî di tecrîdê de ye û teqez kir ku ku partiya wan li dijî tecrîdê tim di nava têkoşînê de ye.

Ebrû bi bîr xist ku tecrîd planeke tunekirinê ye û ev yek anî ziman:

“Di şexsê Birêz Ocalan de, ku li Gireva Îmralî tê tecrîdkirin, gelê Kurd tê tecrîdkirin, hêzên li dijî şer û alîgirên aştiyê jî tecrîd dikin.

Back to top button