Ji ber nakokiyên navbera partiyan, civîn heta 24 saetan hat bipaşxistin

Tevî biryar bû îro Parlamena Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk bicive, lê ji ber nakokiyên siyasî yên navbera partiyan, civîn hat bipaşxistin.

Seroka Parlamentoya Başûrê Kurdistan ji bo civîn sibê pêk were bang li parlamenteran kir.

Şandeyek jinên başûrê Kurdistanê jî serdana ofîsa parlamentoya Iraqê kirin û jê xwestin ku hemû baregehên Tirkiyê yên li ser axa Iraqê bigrin.

 

Tevî biryar bû îro Parlamena Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk bicive, lê ji ber nakokiyên siyasî yên navbera partiyan, civîn hat bipaşxistin.

Li gorî agahiyan, civîn ji ber boykotkirina YNK’ê, Komelya Îslamî û Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê, hat bipaşxistin.

Seroka Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li hemû parlamenteran kir ku sibê di seat 11.00’an de ji bo civîna parlamentoyê amade bin.

Berpirsa Koma Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Serçinar Ehmed diyar kir ku ji ber ku mûçe nayê dayin û xemsariya hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî civînê nebûne.

Serokê koma Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Ebdulstar Mecîd daxuyanî da û diyar kir ku hin partî li şûna biryaran pêkbînin li gorî kêfa xwe rojeva parlamentoyê diguherînin.

Jinên Başûr ji Parlementa Iraqê xwestin baregehên Tirkiyê yên li Iraqê bigre

Şandeyek jinên Başûrê Kurdistanê, ya ji dayîkên laçik spî, komîsyona jinên Tevgera Azadî û RJAK’ê pêk dihat, serdana ofîsa parlamentoya Iraq ya li Silêmaniyê kirin.

Şandeya jinan li ser dagirkeriya dewleta Tirk daxwaznameyek radestî parlamentoya Iraqê kir.

Di daxwaznameyê de bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku êrîşên dewleta Tirk rawestîne û hemû baregehên dewleta Tirk yên di nava Iraqê de, bigre.

Şêniyên Germiyanê banga berfirehkirina çalakiyên şermezarkirinê kir

Li alîyê din, şêniyên navçeya Kifrî ya herêma Germiyanê jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bêdengiya parlamena Başûrê Kurdistanê banga lidarxistina çalakiyên berfireh kir.

Şêniyan da xuyakirin ku PDK’ê berpirsê yekem ê şehîdkirin û koçberkirina xelkê Başûrê Kurdistanê ye û dan zanîn ku ji ber bêdengiya hikumetê, divê gel çalakiyên nerazîbûnê zêde bikin.

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ya li Dihokê Mela Sedîq jî diyar kir ku armanca dagirkeriya dewleta dewleta Tirk a dagirker ne PKK’ye û got;
“Armanca sereke ya dewleta Tirk, dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Helwesta Hewlêr û Bexda ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê, lewaz e.
Divê hêz û aliyên siyasî yên Başûr li dijî dagirkeriyê bibin yek deng.”

Back to top button