
Hêzên Hikumeta Şamê Cebel El-Zawiyê topbaran kir, di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hikumeta Şamê gundê Eyn Lazora û Mozera li Cebel El-Zawiyê bi mûşekan toparan kirin, di encamê de sivîlek hat kuştin û hin kes jî birîndar bûn.
Duh jî, Hikumeta Şamê bi mûşekan deverên Fitêra, Kinsefra, Sifûhin û Helûbiyê topbaran kirin..
Li Cebel El-Zawiyê 3 çete hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn
Çavdêriya Sûrî duh diyarkiribû ku hikumetê nuqteyên çeteyan li Cebel El-Zawiyê kiribû armanc, 3 çete hatibûn kuştin, 7 jî birîndar bûbûn..
Her wiha li gorî agahiyan, gelek çete jî di bin kavilên avahiyan de mabûn..