“ME ALA TIRKIYÊ LI IDLIBÊ BILIND KIR Û EM Ê VÊ ALÊ DAXÎNIN JΔ

”Me ala Tirkiyê li Idlibê bilind kir û em ê vê alê daxînin jî ” li jêr vê siloganê hevalbendên Erdogan daketin kolanên bajarê Mi’eret Nu’man yê Idlibê û ala Dewleta Tirk a dgirker şewtandin.

Xwepêşandêran vê carê dekûdolabên hevalkarê xwe Erdogan baş nas kirin û li xwe mukir hatin ku Erdogan xiyaneta wan kir.

Têkildarî van êrîşên dijwar ên ku li ser Idlib û Hemayê pêk tên beriya niha Rûsiyayê tekez kir ku ev êrîş bi hevahingiya bi Tirkiyê re pêk tên.

Li hember wê jî Tirkiyê netenê pişta xwe da çeteyên xwe yên li Idlibê, lê belê li ser bombebarankirina wan jî îmze kir.

Leave a Reply

Back to top button