Artêşa dagirker gundewarê Eyn Îsa û Şera topbaran kirin

Roj nîne artêşa Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî topbaran dike.
Artêşa dagirker doh careke din gundewarê Eyn Îsa topbaran kir.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh êvarê careke din gundê Mielek ê dikeve rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Topbarana dagirkeran heta derengiya şevê dewam kir.

Di encama vê topbaranê de jî ziyanên madî li deverên navborî bûn.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, heman şevê gundê Malikiyê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê jî topbaran kirin.

Back to top button