Gerîla li Şirnexê li dagirkeran da, 3 leşker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Bakurê Kurdistan jî li dijî dagirkeriya Tirk çalakî pêk anîn.
Gerîla li herêma Besta ya Şirnexê li dijî leşkerên dagirker çalakî pêk anîn û di encam de 3 leşgerên dagirker hate kuştin.

Li gorî ajansa Firatê ku agahiyan ji çavkaniyên gerîla bi dest xistiye, gerîla di 31’ê Gulanê de li li herêma Besta ya Şirnexê li dijî leşkerên dagirker çalakiyek pêk aniye.

Li gor ajansa Firatê gerîla bi şêwazê sabotajê li dagirkeran xistine û di encamê de 3 dagirker hatin kuştin û 1 dagirkerek jî bi giranî birîndar bû.

Back to top button