Li Qamişlo..komîteya çandê li baxê giştî şevbuhurkekî hunerî lidarxist

Doh êvarê Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Qamişlo û Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo şevbuhêrkeke hunerî û wêjeyî lidar xistin.

Çalakiya ku li Baxê Giştî hate li darxistin.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên wê tevlî wê şevbuhêrkê bûn.

Endamê rêveber ê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo Cemîl Ehmed bixêrhatina beşdaran kirin, piştre hunermend Vajilî Cuma çend stran got.

Piştre çend helbestên suryanî ji aliyê helbestvan Mişêl Fiyo ve hat xwendin, Şanoger Şerzan Mehmûd jî şanoyek bi navê “Wasta” pêşkêş kir.

Koma Heval çend stran û helbestvan Ebûd Mexso helbest gotin.

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Qamişlo ragihand ku wê her roja înê di werza havînê de şevbuhêrkên bi vî rengî lidar bixin.

Back to top button