Kurdên li derveyî welat jî li dijî dagirkeriya Tirk derketin. Li Yewnanistan Kurd û dostên meşek li dar xistin û têde êrişên Tirkiyê li dijî Kurdistanê şermezar kirin.
Meş li qada Sîntegmayê dest pê kir û gelek endam û rêveberên rêxistina şoreşgerên enternasyonal jî tevlî bûn.
Girseya gel li wir dosyayek li bipêkirinên dewleta Tirk radestî partiyên siyasî û Nûnertiya Amerîka kirin.
Piştre daxuyaniyek hat xwendin û têde êrişên Tirkiyê li dijî Başûr û gefên wê yên li dijî Rojava hat şermezarkirin.
Her wiha bang li dewletên Ewropayê hat kirin ku li dijî sûcên dewleta Tirk bi erkên xwe rabin.