QSD’ê soza rizgarkirina herêmên dagirkirî da

Civîna Salane ya QSD`ê di dawiyê de rizgarkirina herêmên dagirkirî wekî armanca pêşîn a xebatên xwe yên sala bê destnîşan kir. Ji civak û hêzên navdewletî hate xwestin erkê xwe beranberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin.
Her wiha ji Hikûmeta Şamê û Rûsiya jî hate xwestin ji bo pêkanîna diyalokê erênî tevbigerin.

Civîna salane ya meclîsên leşkerî ya QSD’ê duh li bajarê Hesekê bi beşdarbûna 500 delege û zêdeyî 150 mêvanan hate lidarxistin.

Di civînê de Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdê, Fermandarê Giştî yê Koalîsyona Navdewletî Li Sûriyê û Îraq Paul Calvert axivîn.

Li ser navê Rêveberiya Xweser û MSD`ê jî axaftin hatin kirin.
Paşê civîn bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Di civînê de rapor hatin xwendin, li ser guhertinên di rêziknameya navxweyî û guhertina berdevkiyê nîqaş û pêşniyar hatin kirin.

Biryar hate stendin ji bo guhertina di rêziknameya navxweyî de wê di rojên pêş de komîsyonek were avakirin û xebat were kirin.

Aram Hena jî li şûna Kîno Gabrîel wekî berdevkê Fermî yê QSD’ê hate erkdarkirin.

Di dawiya civînê de encamname ji aliyê Aram Hena ve ji raya giştî re hate xwendin.

Di encamnamê de soza rizgarkirin û vegerandina herêmên dagirkirî û misogerkirina jiyaneke bi rûmet jî hat dayîn.

Di encamname de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku berpirsyartiyên xwe yên exlaqî û qanûnî li hemberî girtîgehên DAIŞ’ê û malbatên wan li kampan bi cih bînin.

Di heman demê de bang li civak û hêzên navneteweyî hate kirin ku zextê li Tirkiyê bikin, ji bo êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne, sûcên şer bi dawî bikin û ji bo vegera ewlehê mekanîzmeyekê deynin.

Di encamnamê de ji hikûmeta Şamê jî hate xwestin ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ji bo aloziya Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re tev-bigere û diyalogan pêk bîne.

Bang Rûsya jî hat kirin ku roleke xurttir ji bo vekirina deriyê diyalogan li pêşiya çareseriyên siyasî li Sûriyê bilîze.

Back to top button