Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan: Heta rizgarkirina Efrînê em ê berxwedana xwe bidomînin

Meclisa jinan a Malbatên Şehîdan a Efrînê, êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Til Rifetê ku di encamê de 5 kes birîndar bûn, bi daxuyniyekê şermezar kir.

Meclisa jinan bibîr xist ku beriya 2 rojan dewleta Tirk bi balafireke bêmirov navçeya Til Rifet topbaran kir û di encamê de yek jê zarok 5 sivîlên ji Efrînê birîndar bûn.

Meclisa jinan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên hovane, cudahiyê naxe navbera jin, zarok û mezinan.

Meclisê eşker kir ku dagirker bêdengiya civaka navneteweyî û hêzên li herêmê weke Rûsya, dike fersend û êrîş dike, lê dîsa jî ew bêhelwest in.

Meclisa jinan a Malbatên Şehîdan a Efrînê diyar kir ku li dijî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, heta rizgarkirina Efrînê, ewê berxwedana xwe bidomînin.

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê êrîşên li ser gundên Babê şermezar kir

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê jî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundên Babê şermezar kir.

Meclisê diyar kir ku ew ê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bêdeng nemînin.

Back to top button