Li nava Îran û Rojihlatê Kurdistanê bêdengî

Deshilata Îranê li pêşberî xwepêşandanên azadiyê, tengav bûye.
Êriş û gefên dewleta Îranê nekarîn xwepêşandêran ji daxwazên wan vegerînin.
Xwendekarên li Zanîngehan jî gotin: “Ji bo serkeftina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêwîstî bi yekîtiyê heye.”
Berxwedana xwepêşandêran Serokomarê Îranê Reîsî neçar kir ku bêje, divê guh bi daxwazan xwepêşandêran were dayîn.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî, nêzî meha xwe ya sêyem dibe.

Doh greva giştî di roja duyem de li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistan û gelek bajarên Îranê dewam kir.

Li bajarên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Seqiz, Bane, Kamyaran, Dolan, Dîwander, Merîwan, Bokan, Mihabad, Urmiye, Ciwanro, Pawe, Rewanser û gelek bajarên din bazar nehatin vekirin û kes neçû ser kar.

Dewleta Îranê ji bo dawî li grevê bîne ketiye nava hemû hewldanan, tevî gef û êrişan jî esnafan dikanên xwe venekirin.

Bi fermana Pasdarên Îranê çûn û hatina kel û pelan ya li xalên sînorê yên bajarê Ciwanro hate rawestandin.

Bi vê yekê Îran dixwaze ambargoyê bixe ser Ciwanro.

Li bajarê Mihabad çilrojiya hinek kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabûn, bi tevlîbûna sedan kes pêkhat.

Danê êvarî jî welatî li heman bajarî daketin qada û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li ser asta Îranê jî çalakî dewam dikin.

Li gelek herêmên Tahranê xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin.

Li Bender Enzel dijî kuştina xwepêşanderekê welatî daketin qadan û xwepêşandanek mezin pêkhat.

Livir hêzên Îranê êrişî xelkê kirin.

Îro jî di roja 3’yemîn de greva giştî dewam kir.

Ji bilî esnaf û bazirgananen, beşek mezin ya zanîngeh û navendên xwendinê jî tevlî grevê bûne.

Xwendekarên Zanîngehê: Ji bo serketinê pêwistî bi yekîtiyê heye

Duh beşek ji xwendekarên zanîngehê yên Rojhilat û Îranê daxuyaniyek belavkirin û ragihandin ku ewê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam bikin.

Xwendekaran ragihandin, şoreşa wan şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ye, ji bo nehiştina bê edaletiyê, ewê têkoşîna xwe dewam bikin.

Her wiha gotin:

“Ji bo serkeftina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêwîstî bi yekîtiyê heye.

Reîsî: divê daxwazên xwepêşandêran berçav werin girtin

Berxwedana xwepêşandêran hikumeta Tahranê neçarî avêtina gavan dike.

Li gor nûçeya ajansa fermi ya Îran IRNAyê Serokkomar Îbrahîm Reîsî di Roja Xwendekarên Zaningehan de axivî.

Reîsî yê li merasîma Zaningeha Tehranê de axivî ev tişt anî ziman:

Di navbera protesto û serhildanê de ferq heye.

Xwepêşander avaker in, îsyan jî wêranker e.

Divê guh bidin xwepêşandanan.”

Back to top button