Balafirgehên leşkerî a Rûsya di armanca êrişan de ye

Ukrayna ya ji welatên Rojavayî piştevaniyek zêde ya çekan digre, êdî êrişî nava xaka Rûsya dike.
Di nava sê rojan de, cara sêyemîn balafirgehên şer yên Rûsya hatin armanckirin.
Herçiqasî rêveberiya Kîevê berpirsyariya van êrişan negirtiye ser xwe, lê ev agahî li nava welat bû cihê keyfxweşiyê.
Di vê navberê de, Rûsya bi rêya keştiyan hewil dide petrola xwe derbasî derve bike.

despêkê hinek dimenê serma û tarîtiyê bide 7 sanî

Di demekî ku Rûsya, Kîev di nava tarîtiyê de hiştî, şer derbasî nava xaka Moskow dibe.

Berpirsên bajarê Kursk ê Rûsyayê, ku 90 kîlometre li bakurê sînorê Ukraynayê ye, şevê din saetên derengî wêneyên dûmana ku ji baregeha hewayî derdikeve parve kirin.

Walîtiyê diyar kir ku tankeke petrolê ji ber vê yekê teqiyaye û dûman rabûye.

Her wiha da zanîn ku ti ziyaneke canî pêk ne hatiye.

5’ê Mijdarê jî Rûsyayê ragihand ku bi balafirên bêmirov êrişî Baregeha Esmanî ya Engels hatiye kirin.

Ev barageh ya balafirên bombebaranê ye ku di serdema Sovyetê de hatibû çêkirin.

Hedefeke din a ku ji hêla heman dronan ve hat xistin, bingeha Ryazan bû ku tenê çend demjimêran dûrî Moskowê ye.

Heta niha Ukraynayê berpirsyariya êrîşan raste rast negirtine ser xwe.

Lê li Kîevê ev êrîş bi dengekî bilind hat “pîrozkirin”.

Ev êrişa li nava Rûsya welatên rojavayî yên piştevaniya Ukraynayê dikin ji dixe nava fikaran.

Li Rojava, ji 24’ê Sibatê û vir ve, bal tê kişandin ser bikaranîna çekên Sovyetê, ne çekên ku bi xwe dane.

Amerîka: Me ne ji bo Ukrayna êrişî Rûsya bike piştevaniya wê kir

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken diyar kir ku ew ê di peydakirina pêwistiyên çekan bû Ukrayna de, hewildanên xwe dewam bikin.

Blinken hemwextî wê êrişa li dijî balafirgehên Rûsya ne piştgirî da û ne jî bertek nîşan da.

Hat ragihandin ku 3 leşkerên li Baregeha Hewayî ya Ryazan a Rûsyayê hatin kuştin.

Berdevkê Wezaretê Nide Price jî anî ziman ku wan piştevaniya bû Ukrayna kirî ne ji bo êrişkirina li dijî Rûsyayê ye.

Di vê navberê de, Rûsya ya piştî ku YE nirxê dawî yê petrolê diyar kir, dixwaze bi rêya keştiyan petorla xwe bifiroşe ji derve.

Back to top button