Hemdan El-Ebid: Em ê berpirsên gendeliyê hesab bikin

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di civîna xwe ya mehane de, mijarên xizmetgozarî nîqaş kir. Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hamdan El-Ebid got,

Ji bo kalîteya nan û peydakirina nan wê, Desteya Giştî ya Kontrolê were damezrandin da ku van mijaran bişopîne û li ser bixebite.

Doh civîna mehane a Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çapemeniyê re girtî, bi amadebûna hevserokatiya Meclisa Rêveber, cîgirên wan, hevserokên Cezîrê û Firatê, rêveberiyên sivîl yên Tebqa, Manbic û Dêra Zorê li bajarê Reqayê pêk hat.

Di civînê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Cozêf Lehdo îşaret bi êrîşên dewleta tirk yên demên dawî li dijî herêmên bakurê Sûrî pêk tîne kir û wiha got:

Tirkiye peymana agirbestê ya li gel Rusya û Amerîkî îmze kirî binpêdike.

Em teqez dikin ku yekîtiya gelan wê çareseriyê bîne û bighîje aramiyê.

Li ser diyaloga Kurd-Kurdî jî Cozêf Lehdo got, lihevkirina Kurdan li ser axa Sûriyê girîng e û beşek ji çareseriya li aloziya Sûriyê ye.

Di civînê de her weha mijarên xizmetguzariyê ji bo şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybet rewşa aborî hat nîqaş-kirin.

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hamdan El-Ebid li ser vê yekê diyar kir ku xebatên xizmetgozariyê ji bo şêniyan û pêwîstiya danîna qanûnan û ofîsan hatin nîqaşkirin û ev tişt anî ziman:

Bandorek mezin a Qanûna Qeyserî û bilindbûna bihayê dolar heye.

Ji bo kalîteya nan û peydakirina nan em xebat didin meşandin.

Desteya Giştî ya Kontrolê dê were damezrandin ku van mijaran bişopîne û li ser bixebite da ku kêmasiyan sererast bike.

Hamdan El-Ebid anî ziman ku hin rewşên gendeliyê mîna pençeşêra veşartî ku dixwazin rêveberiyê xirabikin hene û tekez kir ku kesên fitne û gendelê dikin wê werin cezakirin.

El-Ebid dawiyê bang li welatiyan kir ku bi saziyên Rêveberiya Xweser re alîkar bin û destê xwe bikin yek.

Back to top button