Li çolistana Meyadîn ya Dêra Zorê, di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de 26 endamên hêzên hikumeta Şamê û 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê, çeteyên DAIŞ’ê bi kemînekê kerwaneke leşkerî yê hêzên hikumeta Şamê û alîgerên wê kirin armanc.
Di encamê de êrîşa ku li çolistana Meyadîn ya li rojhilatê Dêra Zorê pêk hat de 26 endamên hêzên hikumetê û 11 DAIŞ’î hatin kuştin.
Çavdêriyê diyar kir ku dawiya sala derbasbûyê, di encama kemîna çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Himis û Dêra Zorê 39 endamên hêzên hikumetê û alîgerên wê hatin kuştin.
Artêşa Tirk 20 maşîniyên leşkerî yên din derbasî Idlibê kirin
Her weha artêşa Tirk a dagirker 20 maşîne û alavên leşkerî û lojistîk yên din di deriyê Kerfer Losîn re derbasî Idlibê kir.
Ji Sibata 2020’an û heta niha dewleta Tirk 11 hezar û 705 maşîneyên leşkerî derbasî herêmê kirin.