Necîbe Qeredaxî: Divê hemû sazî û dezgeh li dijî tundiyê li çareseriyê bigerin

Li başûrê Kurdistanê kuştin û xwe kuştinên jinan hatiye astekî xeternak. Jinên Başûrê Kurdistanê bal kişandin ser zêdebûna kuştina jinan li Başûr û gotin: ” Ya dibe sedemê pêşîlêvekirinê jî bêhelwestiya hukumetê ye. Yekane rêya çareseriyê; rêxistiniya jinan e”.

Polîtîkaya KPM-MHP li bakurê Kurdistan û Tirkiyê li dijî jinan dide meşandin, hukumeta Başûrê Kurdistanê jî heman rêbazî kar tîn e

Li gorî daneyên sazî û dezgehên jinan eşkere kirin e, tenê îsal li Hewlêr, Silêmanî û Dihok û deverên din ên Başûrê Kurdistanê zêdetirî 30 jin bi rengên cuda hatine kuştin.

Tenê di nava 8’an de li sînorê bajarokê Kelar a girêdayi Germiyanê ,du jin bi du bûyerên cûda, bi awayek guman dawî li jiyana xwe anîn.

Li Hewlêrê jî di êvara 25’ê Gulanê cenazeyê jinek 67 salî di mala xwe de ku şûpên xeniqandinê li ser hebûn hate dîtin.

Endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî û rojnamevan Savo Serdar ev mijar nirxandin.

Necîbe da zanîn ku tundiya li dijî jinê, ne diyardeyeke rojane ye, proseyeke welê ye ku xwedî dîrokeke hezaran salî ye.

Necîbe Qeredaxî destnîşan kir destdirêjî û dagirkeriya li ser bedena jinê tê kirin, bi rêbazên cuda li ser tevahiya civakê tê sepandin û got; Desthilat dosyaya qirkirina jinê ji bo xwe bi propagandayên siyasî bikar tîne.

Ji bo çareseriyê divê hemû sazî û dezgeh bi hev re li vê mijarê binêre û çareserî peyda bike.

Savo Serdar: Kuştinên jinan bi rewşa civakî, siyasî û aborî ve girêdayî ye

Rojnamevana jin Savo Serdar jî diyar kir ku kuştinên jinan bi siyasî,civakî, aborî û êrişên dagirkeriyê ve girêdayî ye.

Savo Serdar diyar kir ku di nava civakê de heta niha nasnameyek ji bo jin nehatiye danîn, divê xeteke parastina jinê bê avakirin, bê agahdarkirin û rêxistinkirin.

Back to top button