Rûniştina duyemîn a doza Kobanê ji aliyê 22. dadgeha cezayên giran a Enqereyê dest pê kir

Îro Rûniştina duyemîn a ‘Doza Kobanê’ a li dijî HDP’ê li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir.
Hevserokên Giştî yê berê ê HDP’ê Selahadin Demirtaş di rûniştinê de got ku Erdogan, Bahçelî û Soylû li cihê dadger rûniştine û cihê dozger jî medya alîgir rûniştine.
Hevserokê Kantona Kobanê Mistefa Eto derbarê mijarê de got ku bi encama berxwedana Kobanê rûyê dadgehên Tirkiyê li cîhanê tê eşkere kirin.

Rûniştina duyemîn a ‘Doza Kobanê’ li kampusa Girtîgeha Sîncanê ku 22’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi rêve dibe dest pê kir.

Di dozê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahadin Demirtaş jî di nav de bi giştî 108 kes têne darizandin.

Beriya ku rûniştina dozê dest pê bike, li hundir û derveyî Kampusa Girtîgeha Sîncanê polîsan tedbîrên pir zêde girtin.

Beriya destpêkirina rûniştinê, parêzer, parlamenter û kesen dozê bişopîne, bi hinceta li salonê lêgerîna bombeyê heye demek dirêj li pêş kampusê hatin rawestandin.

Piştî lêgerînê yek bi yek hildan hundir û ji bo malbatn û şopdarên dozê salonek cuda hat amadekirin.

Destûr nehate dayîn ku rojnamevan rûniştinê bişopîne û dîsa destûr nedan ku telefon û kompîtûrê jî têxin hundirê salonê.

Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, Hevserokê ESP’ê Şahîn Tumuklu û wekilên HDP’ê tev li danişîna dozê bûn û dîsa nûnerên Delegasyona Tirkiyê yên Yekîtiya Ewropayê jî doz şopandin.

Di danişînê de parêzeran xwestin nûçegihan û şêwirmendên wekîlan bikaribin bikevin dadgehê.

Şandeya dadgehê got ku daxwaza redkirina dadgeriyê ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 23’yan a Enqerê ve hatiye redkirin.

Selahedîn Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li cihê dadger rûniştine

Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê Selahadin Demirtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi rêya deng û dîmen beşdarî danişînê bû.

Selahadîn Demîrtaş destnîşan kir ku ew di serdemek ku siyaset ewqas qirêj bûye û rê li ber gendelî û bêsinciyan vekiriye ew û hevalên xwe bi awayên polîtîk tên darizandin.

Serokê şandeya dadgehê xwest gotinên Demîrtaş qut bike lê Demîrtaş got serokê şandeyê dikare bikeve navberê û pirsan bike lê nikare pêşiya axaftina wî bigire.

Selahedîn Demîrtaş got ku Erdogan, Bahçelî û Soylû li cihê dadger rûniştine û cihê dozger jî medya alîgir û artêşa trolan rûniştine.

Mistefa Eto: Berxwedana Kobanê rûyê dadgehên Tirkiyê kifş kirin

Hevserokê Kantona Kobanê Mistefa Îto têkildarî ‘Doza Kobanê’ ya li dijî HDP’ê hatiye vekirin axivî.

Mistefa Eto berxwedana Kobanê ya dijî DAIŞ’ê bi bîr xist û got ku mîna ‘Doza Kobanê’ bi sedan dozan vekin jî ev berxwedan wê siberojê li Efrîn, Serêkaniyê û Ezazê bigihêje armanca xwe, wê serketin ya têkoşeran be.

Îto diyar kir ku bi encama Berxwedana Kobanê re rûyê dadgehên Tirk li cîhanê hate kifşkirin û got ku yên ku têk biçin AKP û hevparê wan e.

Hevserokê Kantona Kobanê Mistefa Îto teqez kir ku ew ji bo hevrêyên xwe yên ku di ‘Doza Kobanê’ de tên darizandin dibêjin ku bi fikir, aqil û nêrîna xwe bi we re ne.

Back to top button