Tîmên agirkujê yên Los Angeles ji bo vemirandina agir seferber bûne

Bajarê Melekan “Los Angeles” di nava dumana şewata daristanê li welat de maye.
Agirê ku ji herêmeke biçûk despêkirî bû sedema ku di nava demek kin de metirsiyê li ser herêmê ava bike.
Tîmên agirkujê yên bajar bi hemû derfetên xwe ketine nava seferberiyê.

Şewata ku roja Yekşemê li Los Angeles ji nava gihayê zuha derketî, niha metirsî li ser herêmê dike.

Ji bejahî û hewayî tîmên agirkujiyê ji bo rê li ber agir bigrin di tevgerê de ne.

Agir li herêmeke bi qasî hezar û 325 donim belav bûye.

Asîmanên herêmê ji ber “Şewata Palisades” tarî bûye.

Li gorî çapemeniya herêmê zêdeyî 500 avahî hatine valekirin.

Tîmên agirkujiyê di aliyê bejahiyê de bi xurtiman hewil didin agir vemirînin.

Şêniyekî herêmê dibêje, ew hêvî dikin ku di demek zu de agir vemirînin.

Ji ber ku ba zêde dibe û dumana heyî jî zêdetir dibe.

15 sanî dimenê şewatê biherikêne

Back to top button