Li Hindistanê ji ber bahoza Tauktae 20 kes mirin û zêdeyî 127 jî winda ne

Li Hindistanê metirsiya bahozê herêm navhev xistiye.
Bahoz û pêlên bihêz yên deryayê li herêma Mumbai ya welat metirsiyek mezin daye avakirin.
Ji ber bahozê 20 kes mirin û zêdeyî 120 kes jî winda ne.

Bahoza Tauktae, ku weke bahoza herî dijwar a tropîkal a dehan salên dawî tê pênasekirin, bandoreke giran li eyaletên Kerala, Gao, Maharaştra û Gujaratê yên Hindistanê kir.

Ji ber bahozê li peravên Bombayê roja 18’ê Gulanê keştiyek noqî binê avê bû.

Hêzên Deryayî yên Hindistanê ragihand ku 127 kes winda bûne.

Bi du keştiyên şer û helîkopteran karê lêgerînê tê kirin.

Keştiya ku 273 kes tê de bûn, roja 17’ê Gulanê bi rê ketibû.

Bahoza Tauktaeyê roja 17’ê Gulanê gihîşt qada bejahî.

Bayê ku hêza xwe saetê bi 185 kîlometre bû, bû sedem ku 20 kes jiyana xwe ji dest bidin.

Her wiha 200 hezar kes jî hatin veguhastin.

15 sanî dimenê bahozê û xerabûnê biherikêne

Back to top button