Sancar: Desthilata ku di pirsgirêka Kurd de serî li îmhayê bide wê têk biçe

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar derbarê êrîşên li ser HDP’ê û gelê Kurd de diyar kir Desthilatên ku hewl bidin pirsgirêka Kurd bi îmhayê çareser bikin wê têk biçin.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û Partiya Heremên Demokratîk DBP’ê jî şehîdên meha gulane bi bîr anîn û gotin ew ê armanc û xeyalên şehîdan pêk bînin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Mîthat Sancar li civîna komê ya partiya xwe derbarê rewşa dawî ya li Tirkiyê axivî.

Mîthat Sancar diyar kir rizandan û pişaftina ku desthilata Tirk ava kiriye, dewleta Tirk kiriye rêxistinên mafyatîk û sûcdar.

Sancar bal kişand ser pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê û got ku dema ku desthilatek meseleya Kurd înkar bike, bi nêzîkatiya çekdarî were wê birize, ev rizîbûn wê dewlet û civakê jî birizîne.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Mîthat Sancar got:

“Ji salên 90’î bi deh hezaran bi rengekî ‘kiryar nediyra’ hatine kuştin, bi hezarna gund hatin şewitandin, bi milyonan Kurd ji warên xwe koç bûn, ev jî encama hişmendiya rêveberiyê ya bê exlaq e.”

HDP: Em ê armanc û xeyalên şehîdan pêk bînin

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi daxuyaniyekê Hakî Karer, yek ji qedroyê pêşeng ê Tevgera Apoyî ku 18’ê gulana 1977’an li Dîlokê şehîd bû û yek ji lîderê tevgera şoreşger a Tirkiyê Ibrahîm Kaypakkaya ku 18’ê Gulana 1973’an li zindana Amedê bi êşkenceyê hat kuştin bi bîr anîn.

HDP’ê diyar kir ku şoreşgerên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane ji şoreşgeran re mîrateyeke xûrt hiştine û rihê wan yê şoreşger bangkirina bilindkirina têkoşînê dike.

HDP’ê destnîşan kir ku zext û zordarî îro bi destê AKP’ê bi awayekî bênavberî tê meşandin û kesên ku ji dîlgirtina siyasetmedaran, ji tayînkirina qeyûman û ji polîtikayên tasfiyeyê serkeftinekî hêvî dikin duh jî têk çûn niha jî têk diçin û wê tu carî bi ser nekevin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê got ku ew ji wan pêşengên şoreşê re soza xwe dubare dikin ku ew ê armanc û xeyalên wan pêk bînin.

DBP: Em ê coşa şoreşê bi siyaseta demokratîk tacîdar bikin

Partiya Heremên Demokratîk DBP’ê jî şehîdên meha gulane bi bîr anîn û diyar kir ku şehîdên meha gulane nîşan da ku têkoşîna yekbûyî tekane hêz e ku wê faşîzmê têk bibe.

DBP’ê sond xwar ku wê coşa şoreşê bi siyaseta demokratîk tacîdar bikin.

Back to top button