Jimara miriyên vîrûsa Coronayê li Hindistanê nêzî 300 hezarî bû

Bi derbasbûna her rojekê re, jimarê miriyên vîrûsa Coronayê jî zêde dibin.
Hindistan di nava welatên cîhanê de cihê xwe di pêşîyê de digire.
Jimarê giştî yê miriyan gihişt nêzî 280 hezar kesî.

Li welat ji ber zêdebûna pêketiyên vîrûsê û sîstema tenduristî ya bi aloz, jimarê miriyan zêde dibe.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendûrestî ya Hindistanê, di 24 saetên derbasbûyî de 263 hezar û 533 kes bi vîrosa Coronayê ketin û 4 hezar û 329 jî mirin e.

Ev yek daneya herî zêde ya mirina kesan di rojekê de li welat hatî tomarkirine.

Jimarê giştî yê pêketiyên vîrûsê gihişt 25 milyon û 288 hezar û 996 kes.

Yê miriyan jî gihişt 278 hezar û 719 kesî.

Li welat 3 milyon û 353 hezar û 765 nexweşên vîrûsê li nexweşxaneyan tên derman kirin.

Ji 27’ê Nîsanê ve jimarê pêketiyên vîrûsê yên rojane 3 hezar kes derbas dike.

Li gorî pisporan jimarê qurbaniyan yê rastî, ji yê ku tê ragihandin zêdetire.

Li Hindistanê,16 Çile pêngava derzîkirina dijî vîrûsa Coronayê despêkir.

Heta niha 182 miloyon û 926 û 460 kes hatine derzîkirin.

Berpirsan ragihandin ku heta niha derzîkirin negihîştiye asta ku pêşî li karesertê bigire.

Back to top button