Amerîka: Hewildanên li sînorê ne hatî diyarkirin provakasyonin

Li ser sînorê Azerbaycan û Ermenîstanê rageşî û alozî kêm nabeKontrolkirina artêşa Azerbaycan ji herêmên Laçîn û Klebjar re, Êrîvanê tengav dike.
Koşka Spî bang li aliyan kir ku aloziya li ser sînor kêm bikin.

Ji bo pêşîgirtina şerekî nû navbera Êrîvan û Bakû de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka hişyariyê dide.

Şêwimendê Ewlekariya Netewî yê DYA Jake Sullivan li gel Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşîyan pêwendiyeke telEfonê pêk anî.

Têkîldarî pêwendiyê Koşka Spî daxuyaniyek nîviskî weşand û diyar kir ku armanc ji pêwendiyê kêmkirin û nîqaşkirina gengeşîya navbera herdû welatan de ye.

Jake Sullivan têkîldarî aloziya li ser sînor fikarên xwe anî ziman û got:

Gavên leşkerî yên li ser sînorê navbera herdû welatan ku hîn nehatiye diyarkirin, gavên arandî ne.

Sullivan ji ber dewamiya pêwendiyên navbera herdû aliyan kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku serokên herdû welatan girêdayî çareseriyên aşîtiyane ne.

Sullivan, ji bo xêzkirina sînorê navbera Azerbaycanê û Ermenîstanê pêwîstî bi danûstandinên fermî dît û teqez kir ku DYA wê hewldanên kêmkirina aloziyên li herêmê, di nava koma Mînsk de dewam bike.

Bi cîhkirina artêşa Azerbaycan li herêma Laçîn û Klebjarê, bû sedema gengeşiya navbera her du welatan.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşîyan îda dike ku herêmên artêşa Azerbaycanê lê bi cîh bûne, axa Ermenîstan e.

Têkildarî vê mijarê wê serî li Rêxistina Peymana Ewlekarya Kolektîf bide.

Back to top button