Fransa ji ber tevgerên demokratîk yên Sûdanê 5 milyar deynê wê jêdibe

Nêzbûna ji bo demokrasiyê bi Sûdanê dide qezenckirin.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ragihand ku ji bo piştevaniya bi Sûdan ya di pêvajoya ber bi demokrasiyê ve diçe 5 milyar qerdê wê sîl bike.

Emmanuel Macron li paytext Parîsê piştî Konferansa Navnetewî ya ji bo Sûdanê axivî.

Macron diyar kir ku ji ber pêvajoya derbasbûna demokrasiyê ya Sûdanê, wê “barê qerd” yê Fransa ku li ser Sûdanê bi giştî jê bibe.

Serokomarê Fransa dazanîn ku bi giştî wê 5 milyar dolar qerdê Sûdanê jêbibe û wiha got:

Armanca ew alîkarî bi Sûdana ku di bin qerdan de mayî were kirin e.

Wezîrê Darayî yê Fransa Bruno Le Maire di daxuyaniya xwe ya saetên despêkê de dayî wiha ev tişt anî ziman:

Fransa wê 1.5 milyar dolar krediyek bide Sûdanê da ku deynên xwe yê Fona Pereyan a Navnetewî (IMF) bikare bide.

Back to top button