Bensouda: Kesên li Lîbya sûcê şer kirine divê werin cezakirin

Ji kur dibe bila bibe, çete û hêzên li Lîbya ku sûcên şer kirine divê werin cezakirin.
Serdozgera Ceza yên Navnetewî Bensouda bi vê gotinê bal kişand li ser rewşa li Lîbya û got:
Divê girtina keyfî were bidawîkirin û kesên ceza kirine jî werin cezakirin.
Bensouda ji bo vê yekê jî daxwaza piştevaniyê ji Konseya Ewlekariyê ya NY û Dozgeriya Cezayên Navnetewî kir.

Serdozgera Ceza yên Navnetewî Fatao Bensouda têkildarî sûcên li Lîbya hatine kirin raporek amade kir.

Fatao Bensouda ji ber tevdîrên Covid-19 bi rêya vîdeo Konferans bang li Konseya Ewlekariyê ya NY û Dadgeha Ceza ya Nanetewî kir ku li ser mijarê alîkariya wê bikin.

Bensouda diyar kir ku berpirsyariya girtina kesên sûçdar li ser welatên endam yên Dadgeha Ceza ya Navnetewî dikeve.

Negirtina kesên sûcdar, astengiya herî mezin ya li bêşiya pêkneanîna Edaleta Dadgeha Ceza ya Navnetewî ye.

Bensouda: Dehezaran kesên bi keyfî hatîn girtin hene

Bensouda ji bo lîsteya kesên ku sûcên şer kirine jî agahî da.

Serdozgeriya Cezayên Navnetewî rapora Hikumeta Demîkî ya Lîbyayê jî bibîrxist û ev tişt anî ziman.

Li gorî daneyên fermî 8 hezar û 850 kes girtîn ne. Di girtîgehên komên din yên çekdar de jî zêdeyî 10 hezar kesên bi keyfî hatine girtin hene.

Bensouda: Divê dawî li girtinên keyfî bênanîn

Fatao Bensouda daxwaza dayîna destura fermî ya ji bo çavdêrên navnetewî serdana girtîgehan bike kir û bang kir ku dawî li girtinên keyfî werin anîn.

Bensouda: Kesên li Lîbya sûcê şer kirine divê werin cezakirin

Bensouda anî ziman ku ew ji bo cezakirinê niha belgeyan kom dikin.

Li Lîbya gelek çekdar û hêzên biyanî hene. Divê ev çekdar û hêz ji xaka welat derkevin. Lê her çiqasî ev çekdar ne welatiyên Lîbyayê ne, lê ji ber sûcê ku van koman li welat kirî mafê me heye em wan çekdaran ceza bikin.

Li gorî raporên dawî yên NY derdora 20 hezar leşker û çeteyên biyanî li Lîbya hene ku piraniya van yên dewleta Tirkiyê ne.

Back to top button