Li Şamê bi hezaran kes ji bo Filistînê meşiyan

Ji bo piştevaniya bi Filistînê re xwepêşandan didomin.
Li Sûrî, Libnan û Arjantînê bi hezaran kes daketin qadan.
Xwepêşandêran daxwaza rawestandina şer kirin û piştevaniya bi Filistînê re nîşan dan.

Tevî bêdengiya hikumeta welatên Ereb, lê welatî li dijî Îsraîlê bihêrsin.

Li Sûriye ya cîranê Filistînê, xwepêşandanek li dijî Îsraîlê hate lidarxistin.

Bi hezaran kesên ku li bajarê Şamê kombûyî li dijî Îsraîlê slogan gotin.

Xwepêşandêran alên, Filistîn, Îran û Hizbulahê bilind kirin.

Piştî kombûnê ji bo piştevaniya bi Filistîniyan meşek hate lidarxistin.

Li Beyrûtê bi hezaran libnanî ji bo Filistînê daketin qadan

Li Libnanê careke din bi hezaran kes li dijî êrîşên Îsraîl yên li ser Filistînê li qadan bûn.

Paytexta Lîbnan Beyrût bi dengê sloganên piştevaniya bi Filistînê re dihejiya.

Xwepêşandêran daxwaza rawestandina êrîşan kirin û careke din piştevaniya xwe ya bi Filistîniyan re nîşan dan.

Li arjantînê Îsraîl hate şermezarkirin û piştevaniya Filistînê hate kirin

Li parzemîna başûrê Amerîka jî piştevanî hebû.

Bi sedan Arjantînî li paytext Buenos Aires herikîn qadan.

Meş bi slogana “Îsraîl şermezar dikin û ji bo Filistînê piştevanî” hate lidaristin.

Meş li ser banga komên çepgir yên Arjantînî li nêzî balyozxaneya Îsraîlê pêk hat.

Xwepêşandêran zarokên Filistînî yên di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin bibîr anîn û banga rawestandina şer kirin.

Xwepêşandêran pankartên “Tişta ku Naziyan bi Îsraîlê kir, niha ew li Filistîniyan dikin” û “Beriya Îsraîl bibe dewletek mîna Naziyan, Filistîn wê azad bibe” hildan.

Piştre jî xwepêşandêran dest bi meşekê kirin.

Back to top button