Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Samih Iwênat oxir kir

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Lîwa El-Şemal El-Demokratî şehîd Samih Iwênat li goristina şehîdan oxir kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Firatê ya li herêmê wergirt û paşê berê xwe dan goristina şehîdan a li rojavayê bajêr.

Di merasîma oxirkirina şehîd de, berdevkê Lîwa El-Şemal El-Demokratî Mehmûd Hebîb axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Mehmûd Hebîb diyar kir ku bi canên pak ên şehîdan welat hatiye parastin û soza domandina berxwedanê da.

Li ser navê malbatên şehîdan jî axaftin hatin kirin û hat gotin ku ji bo aramiya gel û welat şehîd canê xwe didin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat oxirkirin.

Back to top button