Li Kelar a Germiyanê..erebeyek hat bomebarankirin; 4 kesan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Kelar a Germiyanê balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirk wesayîtek bombebarankir. Di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Koma YNK’ê ya li Parlamentoya Iraqê jî êriş şermezar kir û bang li Iraqê kir ku li dijî êriş û dijminatiya dewleta Tirk erkên xwe yên netewî bi cih bîne.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin û her carê sivîl dibin hedefa êrişan û şehîd dibin.

Li navçeya Kelar a Germiyanê balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirk wesayîtek bombebarankir.

Êriş vê sibê li gundê Berlut ê li bakurê navçeya Kelar a Germiyanê, pêk hat.

Hat ragihandin di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye.

Kesê birîndar ji bo nexweşxaneya Şehîd Hejar a Kelarê re hatin veguhestin.

Derbarê nasnameyên kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne agahî nehatin bi dest xistin.

PDK’ê derbarê êrişê de daxuyaniyek da.

Saziya bi navê Dij Terorê ya PDK’ê ragihand ku wesayîta li Kelarê, ji aliyê balafira bê mirov ya dewleta Tirk ve hatiye bombebarankirin.

YNK’ê êrişa dewleta Tirk a li Kelarê şermezar kir

Li ser êrişa dewleta Tirk Koma Yekîtiya Niştimanî Kurdistan-YNK’ê ya li Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Binpêkirina serweriya xaka Iraq û asîmanê Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirk ve nayê qebûlkirin. Em weke Fraksiyona YNK’ê êrişê bi tûndî şermezar dikin.

Tirkiye ji bo pêkanîna plana xwe, her roj xelkê dike hedef. Duh li Şengalê îro jî li Kelar komek xelkê sivîl bi neheqî hatin şehîdxistin.”

YNK’ê di bang li Parlamentoya Iraqê jî kir bi erkê xwe yê netewî rabe, serweriya dewlet, can û milkê welatiyên we biparêze û sinorekÎ ji kiryarên dijminatiya dewleta Tirk re dayne.”

Back to top button