Heso Ibrahîm: PDK û MIT li Hewlêrê ev êrişa dawî plan kirin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweser a Şengalê Heso Ibrahîm diyar kir ku êrişa li ser Meclîsa Gel a Sinûnê bi awayekî plankirî ji aliyê PDK û MÎT’ê va hat kirin.Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî êriş şermezarkir û got ewê tedbîrên pêwîst bigirin.

Heso Ibrahîm diyar kir ku ev êriş dema rayedarên PDK û MIT’ê li Hewlêrê di civînê de bûn pêk hat û got:

“Ev êrîş bi plan pêk hatiye, ne tenê li ser rêveberiya xweser e, êrîşa liser Meclisa Gel a Sinûnê li ser civaka Êzidî pêk hatiye.”

Heso Ibrahîm: PDK dixwaze li Şengalê tevliheviyê derxe

Ibrahîm behsa anî ziman hîn cinazeyê zarokê 12 salî li erdê bû ragihandina PDK’ê navenda gel weke karergeha YBŞ’ê binavkir û xwest gel sor bike.

Heso Ibrahîm herî dawî bang li civaka Êzdîxanê kir ku rê nedin kesên xwefiroş, sîxûrên ku bûne sedema rijandina xwîna ciwanên Êzdîxanê, zarokên wan bixapînin.

“Em ê li dijî êrişên Tirkiyê tedbîrên pêwîst bigirin”

Wezareta Karên Derve ya Iraqê li ser êrişa dewleta Tirk ya li ser Meclîsa Gel ya Sinûnê daxiyaniyek da û êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Êriş û bombebaranên Tirkiyê, binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Êriş ewlekariya Iraqê û aramiya xelkê dike hedef. Emê dijî êrişên Tirkiyeyê tedbîrên pêwîst bigrin.”

Back to top button