Dagirkeran îro navenda Til Rifet û gundê Til Qerah topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker, careke din bi çekên giran êrişî herêmê kir. Gundên Til Rifat, Şehba û Şêrawaya Efrînê bi çekên giran hatin topbaran kirin. QSD’ê jî bîlançoya sûc û êrişên dewleta Tirk yên meha Hezîranê eşkere kir.

Ji Şehbayê heta Eyn Îsa û Til Temirê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê navber dewam dikin.

Dagirkeran vê sibê careke din bi çekên giran êrişî herêma Şehbayê kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên xwe bi awayekî ketuber navenda Til Rifatê ku tije sivîl in topbaran kir û di encama topbaranê de zirarek mezin gihişt malên sivîlan.

Ne tenê Til Rifet, gundê Til Qerah ê girêdayî navçeya Ehrezê jî hat topbarankirin.

Dagirkeran duh êvarê jî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir.

Topbarana artêşa dagirker heta derengiya şevê dewam kir û hat ragihandin nêzî 10 guleyên obusan li derdora gund ketine.

QSD’ê bîlançoya êrişan a meha Hezîranê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî bi daxuyaniyekê bîlançoya sûc û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ên ji destpêka meha Hezîranê ve, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin û wiha hat gotin,

“Dagirker hewl didin bikevin nuqteyên hêzên me yên li herêmên şer, lê hêzên me hewldanên wan têk birin.

Ev herêmên ku êriş li ser tên kirin piraniya wan welatî lê hene û dikevin nava peymanên agirbestê ku deweleta Tirk a dagirker bi DYA û Rûsyayê re di Cotmeha 2019’an de îmze kirine.”

Li gorî daxuyaniya QSD’ê,

“Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk 35 caran li asîmanê herêmê geriyan û maleke li Qamişloyê bombebarankirin.

Artêşa Tirk a dagirker bi 982 topên giran û bombeyên qedexekirî, herêm topbarankir.

Li herêmên Til Temir û Zirganê bi taybetî li gundên Til Şenan û Til Cuma yên Asûriyan bi dehan mal û perestgehên olî hate bombebarankirin.

Gundê Um Kêf ê Til Temirê bi 150 topên giran hat topbarankirin.

Bajarokê Eyn Îsa û bi dehan gundên wê 324 caran bi top, moşek û hewanan hatin bombebarankirin.

Bi 365 topan gundên bakur- rojavayê Minbicê hatin topbarankirin.

Herêma Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê 141 caran hatin topbarankirin. Di van êrişan de navendên tenduristiyê û mal û milkên welatiyan hatin hedef girtin.

Li gelek herêmên Efrînê ya dagirkirî bi armanca bicihkirina çeteyan, avahiyên mêtingeriyê tên avakirin.”

QSD’ê diyar kir artêşa Tirk bi sûc û kiryarên xwe yên terorî, revandin, talankirin û qetilkirinê dixwaze niştecihên resen koçber bibin û projeya xwe ya guhartina demografiyê pêk bîne û wiha bi dawî kir,

“Siyaseta Tirkkirinê heta niha li herêmên dagirkirî didome. Navên gund û deveran tên guhertin, al û wêneyên Tirkî li ser saziyan û avahiyên fermî tên rakirin.

Li hemberî siyasetê jî hêzên li Sûriyê, rêxistinên hiqûqî û mirovî û NY bê deng in.”

Back to top button