Li Şengalê çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêber Apo bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya li Şengalê ya ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin di roja sêyemîn de bi dawî bû.
Di çalakiyê de bang li CPT’yê hate kirin ku bi erka xwe ve rabe.

Bi armanca piştgiriya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re xweserî” Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)’ê li navenda Şengalê konê çalakiyê veda.

Çalkiya ku bi durişmeya “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” pêk hatibû 3’ê rojan dewam kir.

Îro jî çalakî di roja xwe ya 3’emîn de bi dawî bû.

Di roja dawî de hemû saziyên Rêveberiya Xweser ,rêxistinên jinan û serokê eşîran yên Şengalê beşdarî çalakiyê bûn.

Endama TAJÊ Neam Eliyas tecrîda li ser Rêberê Apo şermezar kir û got:

“Di dema her kesî civaka Êzdî ji qirkirinê re hişt, şervanên Rêber Apo rê li ber vê qirkirin girt û civaka me ji tunekirinê rizgarkirin.

Ji ber wê em deyndarê rêber Apo ne û divê her kes rabin ser xwe û çalakiyan lidar bixin.

Divê teqez rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe.”

“Divê CPT bi erka xwe rabe û biçe gel Rêber Apo”

Piştre çalakvana daxuyaniyek dan û gotin:

“Em tecrîda li ser Rêberê xwe tu caran qebûl nakin.

Em azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe pênase dikin û ji bo wê çi ji me bê xwestin, em ê bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li CPT’yê hate kiri ku biçe gel Rêber Apo û erkê xwe bi cîh bîne.

Li Şengalê çalakiya konvedanê ji bo azadiya Rêber Apo di 2. de ye

Back to top button